Esra Taşkın
01 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2023
Gerald Darmanînê Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê diyar kir ku di bûyerên ku piştî ajokarê ciwan ê bi navê Mael M. bi guleya polês hat kuştin derketin da 1000 kes hatin binçavkirin û nîvendiya temenê van kesên hatin binçavkirin 17 e.
Darmanînê ku bû mêvanê TF1ê qenala Fransayê got ji bo ku "şeva şidetê"ya 4emîn neqewime çi ji destê wan tê dikin.
Darmanîn got ji ber bûyerên piştî ciwanê bi guleyê polês hat kuştin derketin îşev dê li tevahiya welêt 45 hezar polês û cendirme bên peywirdarkirin.
Darmanîn da zanîn ku bêtir polêsên taybet û tîmên cendirme hatin peywirdarkirin û li sehayê wesayîtên bizirx û firoke jî dê cî bigirin.
Gerald Darmanîn destnîşan kir ku xemgîniya ji ber mirina ciwanê bi navê Nael M. meşrû ye lêbelê ev xemgînî "aloziyê" mafdar dernaxîne.
Wezîrê Karên Navxweyî Darmanîn eşkere kir ku di bûyerên li welêt derketin da 1000 kes hatin binçavkirin û nîvendiya temenê kesên hatin binçavkirin 17 e.
Darmanîn da zanîn ku di nav kesên ku hatin binçavkirin da zarokên 13 salî jî hene.
- Bûyer
Polêsan di 27ê Hezîranê da li bajarê Nanterreyê xwestibûn ku wesaîta 3 kes tê da bûn ji bo kontrola trafîkê bidin sekinandin, lê digel hişyariya "bisekine" wesaît nesekinîbû û polês gule berdabû. Di bûyerê da şofêrê 17 salî hatibû kuştin.
Der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin û li tevahiya welêt xwepêşandanan dest pê kiribû, di navbera xwepêşandêr û polêsan da jî pevçûn derketibûn.