İSTANBUL
Di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" da ku Buroya Sûcên Organîze û Terorê ya Serdozgeriya Stenbolê, di nav de Alîkarê Midûrê Ewlehiyê yê Stenbolê Mahîr Çakalli û Midûrê Berê yê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê Nazmî Ardiç jî ji bo 29 polêsan biryara girtin û binçavkirinê da. Li ser biryarê li 20 bajarî operasyona hevdemî ya ku navenda wê Stenbol e hat destpêkirin.
Piştî jêpirsînê Çakalliyê ku berê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin digel hin polêsan hatin binçavkirin. Operasyon dewam dike.
Gumanbar, dê bi hinceta sûcên wek "sîxurî, sextekarî, guhdarkirina dereqanûnî, qeydkirina agahiyên şexsî" bên darizandin.