QAHÎRE
Tevgera Îtîfaqa Neteweyî ya li dijî Derbeyan û Piştevaniya Meşruiyetê der barê êrîşê de daxuyaniyek da, bûyer şermezar kir. Tevgerê ragihand ku di êrîşê de 52 kes mirin, 25 kes jî giran birîndar bûn û berpirsyarê vê yekê jî Wezareta Karên Hundir e.
Tevgerê bi daxuyaniyê diyar kir ku bi awayekî sîstematîk tundî lî derbenexwazan tê kirin û wiha dewam kir: "Vê bûyerê nîşan da ku muameleya nebaş li derbenexwazan tê kirin. Ev êrîşa li ser alîgirên demokrasiyê ji bo îdiayên bêbinyat ên faîlên derbeya leşkerî bersiveke zelal e. Berpirsyariyên vê komkujiyê rêvebir in ku di serî de Wezîrê Karên Hundir Muhemed Îbrahîmî û Wezîrê Parastinê Abdulfettah es-Sîsî tê. Em ê ji bo kesên ku ji 3ê tîrmehê heta niha hatine kuştin lêpirsîna navneteweyî bixwazin."
Ji aliyê din ve berdevkê Îxwanê Cîhad el-Heddad, diyar kir ku îdiaya Wezareta Karên Hundir a ku digot "endamên Îxwanê ji ber gaza rondikrêj mirine" şermezar kir.
Îxwanê jî di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku hejmara kuştiyan 37 e û navên van eşkere kirin.
Wezareta Karên Hundir jî der barê bûyerê de îdia kir ku di dema neqilkirina 612 kesan de endamên Îxwanê hewl dan ku birevin û zabitek êsîr girtin, di encama mudaxaleya bi gaza rondikrêj de 36 kes fetisîn.
Wezareta Karên Hundir, berê jî gotibû 25 kes fetisîne.