QAHÎRE
Nûçevana AAyê Hîba Zekeriya ji bo ku rûdanan bişopîne çû qada Ramsesê lê rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hat. Zekeriyayê ji ber mudaxeleyê ligel çalakvanan, xwe sipart mizgefta El Fetîhê. Piştî ku 20 saetan di mizgeftê de asê man, hatin binçavkirin.
Zekeriyayê got: "Dema ku cenaze ji hin mizgeftên Qahîreyê derdixistin, koma ku jê re dibêjin 'Baltacî' li gel hêzên ewlehiyê mudaxele kirin. Me ligel nêzî hezar çalakvanan xwe spart mizgefta El Fetîhê. Em di mizgeftê de asê man û di nav kesên mehsûrmayî de nûçevanê TRTê Metîn Turan, hin rojnamevanên din û ji cihên cuda cuda gelek aktîvîst jî hebûn."
Zekeriyayê diyar kir ku piştî li mizgefta El Fetîhê 20 saetan asê man, hêzên ewlehiyê ew û gelek kesên din girtin û birin Girtîgeha Turayê û wiha dewam kir: "Em wek 33 jin û keç ji mizgeftê derketin. Hin Baltacî li ber deriyê mifgeftê bûn. Ji bo ku dijûnan li me nedin û destdirêjiyê li me nekin, em bi lez ji mizgeftê derketin û ber bi wesayitên polêsan ve bezîn. Lê tevî vê, ji Baltaciyan yekî êrîş li min kir û ez dam ber kulman. Ji ber êrîşê mil û piyên min şîn bûn."
-Li Girtîgeha Tûrayê zext û zor li me hat kirin
Zekeriyaya ku dema behsa ezîyetên dîtin kir giriya, got ku nûçevanê TRTê Metîn Turan jî rastî zext û zorê hat. Zekeriyayê wiha dewam kir: "Turan jî li Girtîgeha Turayê rastî zextê hat. Bi taybetî jî dema ku li wesayita neqlkirinê ya polêsan siwar dibû, serbazan li wî xist. Sûbayekî ji Turan re got 'çima tu bêşdarî van çalakiyan dibî, here bêşdarî çalakiyên li qada Taksîmê bibe.'