HELEB
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) destnîşan kir ku di encama operasyonên hêzên artêşê de ku li ciyên curbicur li ser mixalifan kir de 75 kes mirin.
Li gor daxuyaniya SNHRyê di encama operasyonan de li Helebê 30, li Dêrazorê 13, li Îdlibê 9, li Derayê 8, li Hamayê 7, li dorberên Şamê 5 û li Humûsê 3 bi tevahî 75 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Komîteya Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li Helebê li nêzî Mizgefta Um Qurayê wesaîteke bombebarkirî teqand û hat destnîşankirin ku mirî û birîndar hene.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên artêşê li Helebê bombeyên warîlê avêtin herêmên di destê mixalifan de.
Ji hêla din ve ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku di operasyona ku hêzên artêşê li Dêrazorê li dar xistin de rayedarên mixalifên çekdar Sukkar el-Ehmed û Elî Îbrahîm Evdila hatin kuştin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku leşkeran li dorberê balafigehê gelek milîtanên DÎŞIyê kuştin û balafirên şer bombe davêtin ser herêmên ku di destê mixalifan de ne.