Fatih Gazioğlu
27 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
Di erdheja bi lerza 6,3an ku li Diraça bajarê Albanyayê çêbû da jimara miriyan derket 31an.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Albanyayê da hat ragihandin di erdheja ku navenda wê 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê yê li rojavayê welêt e da jimara miriyan derket 26an.
Xebatên tîmên lêgerîn û xilaskirinê yên ku tîmên Tirk jî di nav da ne li Albanyayê dewam dike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Albanyayê di erdhejê da li Diraçê 12, li Akçahîsarê (Kruja) 13 û li Leşa (Lezha) jî kesek mir.
Ji hêla din, ji bo mexdûrên erdhejê li gundên derûdorê bajarê Thumane û Diraçê 148 kon hatin avakirin. Ji mexdûran 2 hezar û 150 kes li van konan hatin bicîhkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastina Civakî di erdhejê da 8ê wan giran bi tevahî 658 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Zanistên Erdê, Vejen, Av û Jîngehê ya Albanyayê (IGJEUM) hat dayîn, piştî erdheja mezin jê yek bi lerza 5an bi tevahî 524 erdhejên din yên biçûk çêbûn.