Nihat Kavşut
27 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
Enstîtuta Jeodînamîkê ya Atînayê ragihand li gor agahiyên ewil erdhej bi saeta herêmî di 09.23yan da li başûrê Nîvgirava Morayê di navbera Girava Kîthîra û Girava Girîtê 20 kîlomêtro di bin behrê da çêbû.
Li gor çapemeniya herêmî lerza erdhejê 6,1 e û ji paytext Atînaya ku 258 kîlomêtro dûr e heta Girava Girîtê li herêmeke berfireh erd hejiyaye.