14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
ANKARA
Operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê tê kirin di roja 175emîn da dewam dike.
Li gor daxuyaniya Serekaniyê di roja 175emîn a operasyonê da 178 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin bombekirin û di operasyonên esmanî û pevçûnan da 26 terorîst hatin kuştin.
Yekîneyên Fermandariya Hêzên Bejayiyê di operasyonê da 135 hedefên DEAŞê dan ber topan û baregeh, tesîs, kozik, wesaît û çekên rêxistinê îmhe kirin.
Balafirên Fermandariya Hêzên Esmanî 43 hedefên DEAŞê bombe kirin û 43 avahî, wesaîteke bombebarkirî û bargeheke rêxistinê îmhe kirin.
Wek mayîn di operasyonên esmanî û pevçûnan da 26 terorîst hatin kuştin.