16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de li Erşaq û Dabiqa bakurê Sûriyeyê operasyon hat kirin. 2 mewziyên parastinê, 3 mewziyên kontolê û antêneke rêxistina terorê DEAŞê hatin îmhekirin. Di operasyona hêzên koalîsyonê ya li heman herêmê de jî 7 terorîst hatin kuştin.
Operasyona Mertalê Feratê ya ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ve ji bo ewlehiya sînoran, bertarafkirina rêxistinên terorê û piştgiriya hêzên koalîsyonê ,dewam dike.
Di 54emîn roja operasyonê de taxên Ghaytun û Geylanî hatin bidestxistin û operasyona ji bo bidestxistina Erşaqê dewam dike.
Di pevçûnan de gelek endamên rêxistina terorê DEAŞê hatin kuştin, 9 endamên Artêşa Sûriyeya Azad şehîd ketin û 28 kes jî birîndar bûn.
Di operasyonê de 2 mewziyên parastinê, 3 mewziyên kontolê û antêneke rêxistina terorê DEAŞê hatin îmhekirin.
Hêzên koalîsyonê jî li Erşaq û Dabiqê operasyonek kirin û 7 terorîst hatin kuştin, 2 mewzî hatin îmhekirin.