ERBÎL
Li gor encamên hilbijartinên ku di 21ê îlonê de li Herêma Kurdistana Îraqa Federal (HKIF) hatin kirin, 6 mele serkeftin û bûn parlementer.
Namzetên Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) yên Dihokê Mele Îdrîs û Mele Enes Doskî û namzetê Hewlêrê Sîraç Şêx Ahmed ji bo parlementeriyê hatin hilbijartin.
Namzetên Silêmaniyê yên Partiya Civaka Îslamê (Komela) Hewreman Gencenî û namzetê Dihokê yê Partiya Yekîtiya Îslamê (Yekgirto) Mele Umer Koçer û namzetê Silêmaniyê Mele Xerîb Mistefa bûn parlementer.
Li gor reqemên Lijneya Hilbijartinê a Bilind ya Serbixwe ya Iraqê eşkere kir, Mele Xerîb û Mele Umer di nav parlementerên herî zêde deng hildane de ne.
Di hilbijartinan de bi tevahî 11 mele bibûn namzet û di pêvajoya hilbijartinê de ji meleyan re wezdayîn hatibû qedexekirin da ku li mizgeftan propagandaya siyasî neyê kirin.