Rojên înê ji bo gelên welatên ereban firsendeke girîng e. Wê rojê ji bo tengasiyên aborî, civakî û siyasî bixin rojeva welêt û cîhanê çalakiyan li dar dixin.
Ji bo gelên herêmê nimêja Cumeyê tê maneya kombûn û yekîtiyê û gel ji bo peyamên xwe bigihînin rêveberiya welêt û hemû cîhanê li pey nimêjê çalakiyên proteto, meş û rûniştinê li dar dixin.
Vê roja înê jî ji rojhilatê heta rojavayê li 8 coxrafyayan bi dehan çalakî û meş di rojeva mirovan de bûn.
Li Misrê bi navê "Cumeya Qahîreya paytexta şoreşê" çalakiyek hat lidarxistin. Li cihên din jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Li Sudanê "Cumeya serbestiyan", li Urdunê "Cumeya mudeafaya miqedesetan", li Iraqê "Cumeya yekîtiyê", li Xezzeyê "Cumeya lebbeyk ey Qudsê", li Sûriyeyê "Sipas Tirkiye", li Filistînê "Cumeya rawestana li dijî dîwar û cîwarkirinê", li Qudsê "Cumeya xwegihandina Eqsayê." çalakî hatin lidarxistin.
Li welatên ereban betlane roja înê ye û ji ber vê yekê bi hev re nimêja Cumeyê dikin û disa bi hev re beşdarî çalakiyên protesto, bertek û piştevaniyê dibin.