Ekip
23 Îlon 2025•Rojanekirin: 24 Îlon 2025
Di "Konferansa Navneteweyî ya Asta Bilind a ku Mijara Wê Çareseriya Pirsgirêka Filistînê û Pêkanîna Çareseriya Du Dewletî ye" ya ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin da, gelek welatan bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê dan.
Bi serkêşiya Fransa û Erebistana Siûdî di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) da Konferansa Navneteweyî ya Asta Bilind a ku Mijara Wê Çareseriya Pirsgirêka Filistînê û Pêkanîna Çareseriya Du Dewletî ye" hat lidarxistin.
Wezîrên karên derva û nûnerên gelek welatan ên ku beşdarî konferansê bûn yên ku di nav da Japonya, Slovenya, Hollanda, Danîmarka, Îtalya, Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, Cezayîr û Brezîlya jî hene bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê dan.