Orhan Alca
07 Îlon 2026•Rojanekirin: 07 Îlon 2026
Li Hîzana navçeya Bidlîsê, tankera zîftbarkirî welgeriya şarampolê û di encamê da ajokarê wê birîndar bû.
Li tanga rêya Hîzan-Horozdereyê, tankera bi plakaya 72 EE 868 a Y.D. diajot, ji kontrolê derket û welgeriya şarampolê. Di dema qezayê da tanker li dîrega elektrîkê qelibî û zîfta tê da rijiya erdê.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristî, îtfaiye, VEDAŞ û cendirmeyê ber bi herêmê hatin sewqkirin. Ji ber ku zirar gihîşt dîrega elektrîkê, ji hêla tîmên VEDAŞê elektrîka herêmê hat birîn.
Ajokarê ku bi xebata tîman ji nav wesayîtê hat derxistin, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.