Nihat Kavşut
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
WASHINGTON
Di civîna Komîteya Têkiliyên Derva ya Senatoya Emerîkayê da hat îdiakirin Donald Trumpê Serokê DYAyê "zû diguhere û li hev nîne" û divê rayeya wî ya emilandina çekên nukleer bê nîqaşkirin.
Piştî 40 salan li Kongreya DYAyê cara ewil di mijara çekên nukleer da rayeya Serokê Emerîkayê hat nîqaşkirin.
Chrîs Murphyê Senatorê Demokrat yê Connecticutê di Komîteya Têkiliyên Derva ya Senatoyê da axivî û wiha got: "Fikara me ew e Serokê Emerîkayê zû diguhere û li hev nîne. Loma jî îhtimal heye bi awayekî xeyalperest berevajiyê berjewendiyên neteweyî yên DYAyê fermana êrîşeke çekên nukleerî bide."
- "Çavê neyaran li ser me ye"
Marco Rubioyê Senatorê Komarparêz yê Florîdayê di civînê da destnîşan kir bila ev nebe sedem fikreke wisa çêbe di emilandina çekên nukleer da kêmasiya DYAyê heye û wiha got: "Divê em hesas tevbigerin, lewra çavê neyaran li ser me ye."
Bob Corkerê Senatorê Komarparêz yê Tennesseeyê û Serokê Komîteyê diyar kir gelek endamên Kongreyê ji ber tevgerên Trump bifikar in û got divê mijara rayeya emilandina çekên nukleerî bi hesasî bê gotûbêjkirin.
Trump meha îlonê di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da Kim Jong-unê Serokê Koreya Bakur wek "moşek-zilam" pênase kiribû û gotibû hewce bike em ê vî welatî ji holê rakin.
Corker jî meha borî destnîşan kiribû Trump Emerîkayê ber bi Şerê Cîhanê yê 3yemîn va dibe.