WASHINGTON
Li gor daxuyaniya Qesra Spî Bîden Bîden di axaftina xwe ya bi Malikî re de li ser mijara di têkoşîna bi Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) re de piştgiriya ku DYA dide, sekinî.
Hat ragihandin ku her du serokan di pêşniyaza ku dibêje bila Bexda têkiliyên xwe yên bi serokên eşîran û yên herêmî re berdewam bike, li hev kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Bîden di mijara ji Iraqê ixrackirina neftê de girîngiya hewldana ji bo dahatûyê rêya çareseriyeke du alî ya bi Hewlêrê re, destnîşan kir.