PARÎS
Li Dozgeriya Fransî der heqê li Parîsê kuştina 3 jinên PKKyî yên di sala 2013an de der heqê têkeliya MÎTê de delîlekî teqez tuneye. Ji hêla din Dozgerî ket pey şopa îdiayên der heqê "Rêxistina Paralel" û nijadperestên tund de.
Li Parîsê di 9ê Rêbendana 2013an de li Buroya Enformasyonê ya Kurdan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di êrîşeke çekdar de hatin kuştin. Der heqê bûyerê de bi tenê Omer Guneyê 30 salî wekî berşik hatibû girtin. Ji bo Guney ji ber sûcê "bi têkiliya rêxistina terorê re cinayet pêk anî" biryara vekirina dozê hatibû dayîn.
Dozgeriya Parîsê di encama jêpirsîna du salan de gilînameyek amade kir û diyar kir ku ew dixwaze Omer Guneyê ku ew wî wekî berşikê bingehîn dibînin di Dadgeha Cezayê Giran de were darizandin.
Berdevkê Dozgeriya Parîsê Agnes Thibault-Lecuivre ji bo peyamnerê AAyê mijar nirxand û diyar kir ku di jêpirsîna ku ew dimeşînin de ew gîhaştin hin unsûran ku di kuştina PKKyiyan de dibe ku MÎTê alîkarî dabe Guney, lê hê jî di destê wan de delîlên teqez tunene.
Thibault-Lecuivre wiha got, "Unsûrên di destê me de didin nîşan dibe ku Guney li ser navê MÎTê tevgeriyabe, lêbelê di destê me de têra xwe delîl tunene."
Thibault-Lecuivre destnîşan kir delîlên ku heya niha wan peyda kirin têrê nakin ku doz encamê bide û wiha xeberda: "Me ji meqamên dadgeha tirk xwest ku der heqê kesên ku Guney li Tirkiyeyê bi wan re xeberda agahiyê bidin me, lêbelê meqaman daxwaza me red kir. Di pêvajoya dozê de heger dadgeha tirk hê bêtir pêzanînan parve neke, dibe ku pêvajo encamê nede."
- Fransî li ser rola "Rêxistina Paralel" lêkolînê dikin
Rojnameya fransî Le Mondeyê xwe gîhand gilînameyê û duh weşand. Di gilînameyê de wiha tê gotin:
"Gelek unsûr bi merivan re gumanê çêdikin ku di amadekarî û teşwîqa sûîqesdan de MÎT têkildar e. Hatiye tespîtkirin ku Omer Guney fealiyetên sîxuriyê kirine û bi kesek an jî bi çend kesên li Tirkiyeyê re gelek caran bi dizî ketiye têkiliyê (...) Lêbelê lêpirsînan têrê nekiriye ku were zanîn ka gelo ajanên MÎTê ji bo ku navê dezgehê qirêj bikin an jî zirarê bidin pêvajoya aştiyê (Pêvajoya Çareseriyê) bi awayekî fermî an bi pesendkirina jordestên xwe an jî ji dervayî pêzanîna servîsa xwe ya îstixbaratê tevî bûyeran bûne yan na."
Rojnameya Le Mondeyê jî ji ber îfadeyên di gilînameyê de bal kişand ser "Rêxistina Paralel". Rojnameyê bi jêrnava, "Hedefa biîhtimal: Têkbirina Pêvajoya Çareseriyê" qala mijarê kir û cî da van xusûsan:
"Du meh (piştî bûyerê) di 14ê Adarê (2014) de malpereke înternetê ya tirk tezeke nû davêje holê. Li gorî îdiaya malperê ji du dengên ku di qeydê de nehatin tespîtkirin jê yek yê Omer Kozanliyê ku wekî "Meleyê polês yê tevgera Gulen" e. Fethullah Gulenê ku li mişextê li DYAyê dijî pêşiyê piştgirî da Erdogan da ku were îqtidarê, lê dû re digel ku têkiliyên xwe qut kir hê jî li ser dezgehên dewletê bandora xwe ya xurt didomîne."
Nirxandina di rojnameyê de bi van pirsan bi dawî bû:
"Li Parîsê di 9ê Rêbendana 2013an de emrê kuştina 3 kurdên aktîvîst kî da? Gelo hikûmeta tirk a ku bi xwe pêvajoya aştiyê da destpêkirin, an franksiyonên tund ên MÎTê yên ku tevgera Gulen bi dizî ketiye navê, an jî MHP ye ku nêzîkî artêşê ye û Omer Guney jî xwe nêzîkî wê dibîne?
- Rola Îstixbarata Alman
Di gilînameya ku Dozgeriyê ji dadgerê jêpisîner re şand de ji xeynî vê tê gotin ku Guney ji wî kesê ku li Almanyayê "gelek caran pê re xeberda" dibe ku alîkarî standibe. Di gilînameyê de tê gotin ku meqamên alman destûr dan ku polês bavêje ser malên kesê navborî, lêbelê destûr nedaye ku li Fransayê were darizandin.
Qunciknûsê rojnameya Le Mondeyê Seelow ê ku bi dozê re eleqedar dibe di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku kesê ku navê wî li Almanyayê derbas dibe, dibe ku sîxurek be ku ji bo îstixbara alman dixebite û wiha dewam kir: "Almanyayê ewil destûr daye ku polês lê bigere, lê dû re destûr nedaye ku were darizandin û ev jî şikê dibe ser xwe dibe ku ev kes bi kêrî Almanyayê jî bê."
Li gorî hûrgiliyeke din a ku di nava gilînameyê de cih digire Guney rojek beriya kuştina PKKyiyan wêneyê 300 endamên Buroya Enformasyonê ya Kurdan kişand û bi çavkaniyeke dereke re parve kir. Lêbelê Berdevkê Dozgeriyê Thibault-Lecuivre diyar kir ku di vê asta lêpirsînê de ew nikarin şîroveyekê bikin.
Gilînameya ku bi destê Dozgeriya Parîsê hat amadekirin tê de îfadeya di sûîqesda ku li ser axa Fransayê hat kirin de rola servîsa îstixbareteke biyanî dibe hebe, heye. Ev îfade ji bo sîstema dadê ya Fransayê tiştekî wisa ye ku cara yekemîn e pêk tê.
Li bendê ne ku Dadgeriya Jêpirsîner a Fransî di nava du mehan de bersivê bide taleba dozgeriyê.
- MÎTê daxuyandibû ku bi bûyerê re tu eleqeya wê tuneye
Teşkîlatê di 14ê Rêbendana 2014an de daxuyanî dabû û îdiayên ku dibêjin rola MÎTê di kuştina PKKyiyên li Parîsê de heye, red kiribû.
Di daxuyniyê de li ser wê xalê hatibû sekinîn ku teqez tu eleqeya MÎTê bi cinayetan re "tuneye" û wiha hatibû gotin: "Em wisa dinirxînin ku weşanên navborî dixwazin qedrê teşkîlata me ya ku di pêvajoya çareseriyê de roleke sereke dilîze bişkênin û dixwazin personelê peywirdar deşîfre bikin û nehêlin bixebitin."