ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ji ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Ez hêzên me yên ewlehiyê yên ku ji bo aramî û ewlehiya miletê me yê biqîmet beşdarî Operasyona Aştiyê bûn pîroz dikim."
Akdogan di daxuyaniya ku ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir de ragihand ku PKK qestî demokrasî û mafên jiyanê yên gel dike û wiha pê de çû: "Li hemberî hewl û xebatên ji bo hilweşandina ewlehî û demokrasiyê hewcedariyên hiqûqî wê helbet bên kirin. Perspektîfa ewlehiya demokrasiyê nayê mandelekirin. 'Nêrîna îstismarî ya ku dibêje (bila him çek û him jî siyaset hebe) têk çûye. Teror û tundiya PKKê pêvajo jehrî kir. Em ê li hemberî wan kesên ku ji dest û devên wan xwîn dirije demokrasiya xwe pêş ve bibin û destûrê nedin wan kesên ku dixwazin zilm û zextê li gel bikin. "