Abdullah Tel
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ANKARA
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Liverpool di pêşbirka rovanşê da li hemberî Romayê 4 û 2 têk çû lê bi saya avantajê bi ser ket û di fînalê da ew bû reqîbê Real Madridê.
Di pêşbirka nîve fînalê ya ku li Stada Roma Olimpiyatê hat lîstin da gola ewil di deqîqeya 9an da ji hêla Sadia Mane va hat avêtin û Liverpool 1 û 0 bi pêş ket.
Li ser vê golê Roma jî hemleyên li hemberî reqîbê xwe zêde kir û di deqîqeya 15mîn da bi gola ku James Milner avêt qaleya xwe va skor bû 1 û 1.
Di deqîqeya 26an da Milner ji kornerê li gogê da û Georginio Wijnaldum jî serî lê xist û gog ket qaleya Romayê, Liverpool 2 û 1 bi pêş ket.
Di nîva ewil a pêşbirkê da Liverpool bi avantaj çû odeya xwe lê bi destpêka nîva duyemîn va Roma li hemberî reqîbê xwe hewl da û di deqîqeya 52yemîn da bi gola Edin Dzeko va skor bû 2 û 2.
Li ser vê golê Romayê hemleyên xwe zêdetir kir û di deqîqeya 86an da bi gola Loris Karius va 3 û 2 bi pêş ket.
Di deqîqeya 90+4an da Romayê penaltî qezenc kir û Nainggolan bi lêdanê va gog şand qaleya Liverpoolê û tîma xwe 4 û 2 bi pêş xist.
Di pêşbirkê da Roma bi ser ket lê ji ber avantaja pêşbirka ewil Liverpool derket fînalê û bû reqîbê Real Madridê.
Pêşbirka fînalê ya navbera Real Madrid û Liverpoolê jî di 26ê gulanê da li Kiev a paytextê Ukraynayê wê di Stada Olimpiyatê da bê lîstin.