22 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
ROMA
Di fînala Qûpaya Îtalyayê da Juventusê di dewreya dirêjkirinê da golek avêt û 1-0 Milan têk bir.
Pêşbirka fînalê ya li Stada Roma Olîmpiyatê ku nêzîkî 70 hezar fitbolhezî temaşe kir, hakem Gianluca Rocchi bi rê ve bir.
Pêşbirka fînalê, di navbera Juventus û Milanê ku Juventusê heya niha 10 carî, Milanê jî 5 carî Qûpaya Îtalyayê qazanc kirine da dest pê kir. Di serî da Milanê xweşiktir lîst, êrîşên bikontrol û organîze pêk anîn.
Di dewreya pêşîn û duyemîn a pêşbirkê da gol nehat avêtin û ji ber hindê pêşbirk hat dirêjkirin. Di dewreya deqîqeyên dirêjkirinê da jî gol nehat avêtin, lê di deqîqeya 108emîn da forvetê ispanî yê Juventusê Alvaro Morata bêdengiya pêşbirkê şikand. Morata piştî ku daxîlê pêşbirkê bû û 2 deqe bi şûnda gol avêt û 1-0 tîma xwe Juventus derbasî pêşiyê kir.
Pêşbirk bi vê skorê va bidawî bû û Juventusê Qûpaya Îtalyayê ji bo cara 11emîn hilgirt.
Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella madalyona zêr û qûpa da tîma Juventusê.
Serokomarê Îtalyayê Mattarella, wezîr, parlementer, Serokwezîrê berê yê Îtalyayê û Serokê Klûba Milanê Silvio Berlusconi, Serokê Klûba Juventusê Andrea Angelli, Dîrektorê Teknîkê yê Tîma Neteweyî ya Îtalyayê Antonio Conte û aktor Russel Crowe temaşeyî pêşbirka fînalê kirin.