Türkan Tosun
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin di mêjiyê senatorê eyaleta Arizonayê û namzedê serokatiyê yê berê yê komarî John Mccain de ûr derketiye.
Ji ofîsa McCaîn daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku ji bo di çavê çepê yê McCain de perçeyek xwîna ku meyaye bê derxistin ew li Phoeniza bajarê Arizonayê hatiye emeliyatkirin.
Hat gotin ku piştî emeliyatê tehlîl hatine kirin û di patalojiyê de hatiye tesbîtkirin ku di mêjiyê McCain de ûr heye.
Di daxuyaniyê behsa tedawiya senator McCain hat kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Senator McCain piştgiriya ku ev çend rojên dawîn ji bo wî tê kirin kêfxweş e. Li Arizonayê li mala xwe bi malbata xwe re ye û ber bi başiyê ve diçe. Moralê wî jî baş e."
Serokê DYAyê Donald Trumpê ku her tim senator rexne dike jî peyama "derbasîbûnê" jê re şand û wiha got: "Senator John McCain her tim têkoşer bû. Diayên min û Melaniayê ji bo Senator McCain û hemû malbata wî ne. Derbasî be."