Önder Beyter
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
ANKARA
Îngîltera agahî da rayedarên tirk û ragihandin ku wê qedexeya cîhazên elektronîk bê rakirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê Boris Johnson û Wezîrê berpirsiyarê Ewropa û Emrîkayê Alan Duncan li ser telefonê bi Wezîrî Karên Derve Çavuşoglu re axivîn û gotin ku wê qedexeyê rakin.
Li gorî agahiyan Johnson û Duncan ji Çavuşoglu re gotin ku piştî ku nirxandinên rayedarên ingîlîz biryareke wiha hat dayîn.
Emrîka û Ingîltere ji bo balafirên ji çend welatan radibin, qedexeya cîhazên elektronîk sepandibûn.