Ekip
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li ser operasyona Efrînê got: "Înşellah sibê dusibe, di nav demeke kurt da emê ji Efrîn û Minbicê dest pê bikin û kozikên rêxistinên terorî yên din li Sûriyeyê jî emê yekbiyek belav bikin. Ji bo vê yekê jî ne ew kesên wek mutefiqê me xuya dikin û ji piştê va îxanetê li me dikin û ne jî ew piştgirên terorê yên marjînal ku wek siyasetmedar xuya dikin dikarin rê li me bigirin."
Erdogan, di komcivîna AK Partiyê ya meclisê de axivî û li ser herekata operasyona Efrînê daxuyaniyên muhîm dan, nerazîbûn nîşanî welatên NATOyê û Amerîkayê da.
Der barê haziriyên operasyona Efrînê de Serokomar Erdogan wiha axivî:: "Înşellah sibê dusibe, di nav demeke kurt da emê ji Efrîn û Minbicê dest pê bikin û kozikên rêxistinên terorî yên din li Sûriyeyê jî emê yekbiyek belav bikin. Ji bo vê yekê jî ne ew kesên wek mutefiqê me xuya dikin û ji piştê va îxanetê li me dikin û ne jî ew piştgirên terorê yên marjînal ku wek siyasetmedar xuya dikin dikarin rê li me bigirin."
Serokomar Erdogan got: "Li vê derê bi taybetî lomeyên min ji NATOyê hene: Ey NATO, wezîfeya we ye ku dema dest biavêjin sînorê hevkarekî we helwestê nîşan bidin. Gelo hetanî nika we helwesteke çito nîşan da?"
Herwiha rexne li CHPê jî girt û wiha nirxandin kir:
"Tiştên di nav CHPê da diqewimin ji wan tehdîdên li ser sînorê me yên başûr diqewimin bêpar nînin. Ji gaven wê projeya ku pê dixwazin seranserê sînorê başûr ê Tirkiyeyê bi korîdora terorê dorpêç bikin yek jî siyaseta hundir bi destê CHPê dorpêç kirine."
Serokomar Erdogan: "Amerîka ji 11-12 hezar kîlometre dûriyê wê bê û li vê derê ji xwe re artêşekê ava bike û wê navê wê bike çi? 'Ewlehiya sînor.' Ji bo çi ev ewlehiya sînor? Niha binêrin, rejima Sûriyeyê jî dibêje 'ev ji bo me tehdîd e" û teqez naxwaze ev artêş bê avakirin."
Serokomar Erdogan: "(Di mijara Sûriyeyê da wê bi Trump ra hevdîtinekê bike yan na?) Ez niha nafikirim lê bigerim. Lewra me berê li ser van mijaran xeberda wî yê xeber bida min. Heta ew bersivê nede min ez lê nagerim. Du sê roj berê min bi Putîn ra xeberda, dîplomasiya me ya ji ser têlefonê dewam dike."