02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Çi dibe bira bibe, bedela wê çi dibe bira bibe, bi îzna Xwedê em ê koka vê terorê biqelînin. Înşeallah 16ê nîsanê wê mizginiya vê bide me."
Serokomar Erdogan beşdarî merasima vekirina komî ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê li Navenda Çanda Ataturk li dar xist bû û li vê derê xîtabî welatiyan kir.
Erdogan behsa merasima komî ya ku duh li Diyarbekirê hat lidarxistin kir û got ku Diyarbekirê di referanduma ku wê di 16ê nîsanê da were kirin da bibêje 'erê'.
Erdogan wiha got: "Duh azadî, aştî û hurriyet hatin bal hev û mîladeke nû çêkir. Min dît ku li ser rê û dirban û meydanan Diyarbekir jî dibêje 'erê'."
- "We hemû planên wan rûxandin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir, milletê tirk di 15ê tîrmehê da ji bo rûmeta xwe rihê xwe da ber çavê xwe û wiha dewam kir:
"Vê gavê ji her alî va di ser me da tên, hemû derdê wan, hûn çima teslîm nebûn û we li ber xwe da û hûn bi ser ketin, ji ber vê şêt dibin. We hemû hesab, plan û hêviyên wan rûxandin."
- "Milletê tirk wê dersa herî baş bide serokên rojava"
Serokomar Erdogan diyar kir, "Li ber derê Parlemantoya Swîsreyê pankarteke mezin... weneyê min û demançeyeke ku dane cênika min. Dibeje çi? 'Erdogan bikûjin' Erdogan wê bi gotina we bimire?" û wiha dewam kir:
"Em bi kefenê xwe derketine ser vê rêyê. Teqdîra Xwedê çi be wê ew bibe. Ne demekî pêş ne jî demekî paş. Hûn dibêjin qey bi piştgitiya ku hûn didin wan terorîstên ku li kuçeyên we digerin û bi polêsên xwe jî diparêzin, dê hûnê ji îzeta Tirkiyeyê tiştek kêm bikin? 16 nîsanê tê, Miletê Tirk, 80 milyon, înşeallah wê derseke baş bide serokên ewropayê."
- "Kesên ku dibêjin 'erê' çi qas rêzdar bin, yên ku dibêjin 'na' jî ew qas rêzdar in"
Erdogan bal kişand, cihê îradeya millet cihê herî muteber e û wiha dewam kir:
"Em referandûmê dikin, Kiliçdaroglu jî derketiye dibêje, 'qaşo em dibêjin ên ku dibên na terorîst in.' Kiliçdaroglu, tu dîsa derewan dikî. Me bawerî wisa bi demokrasiyê aniye, em ewqas pê va girêdayî ne ku ji bo me vîna gel berztirîn lutkeya rêzê ye. Yên ku dibêjin 'erê' çiqas rêzdar be, yên ku dibêjin 'na' jî ewqas rêzdar in."
- "Serokên YEyê li Papa guhdarî kirin"
Serokomar Erdogan got, "Çûne Vatîkanê hemû serokên welatên ku endamê YEyê ne, li wê derê rûniştin û li Papa guhdarî kirin." û wiha dewam kir:
"We fêm kir ku 54 sal in Tirkiyeyê çima hilnadin YEyê? Ez eşkere û zelal bibêjim, mijar bi temamî tifaqa xaçparêzan e. 16ê nîsanê di heman demê da wê bibe roja nirxandina vê biryarê ye."