Fatih Gazioğlu
21 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2018
XEZE
Hamasê ragihand ku bi navbeynkariya Misir û terefên navneteweyi va di navbera Filistîn û Îsraîlê da agirbest hat çêkirin.
Berdevkê Hamasê Fewzî Berhum daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: "Bi navbeynkariya Misir û terefên navneteweyi va di navbera Filistîn û Îsraîlê da agirbest hat çêkirin."
Daxuyaniyê da ji vê zêdetir hirgulî nehat dayîn.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê ya ku duh li ser Xezeyê pêk anî bû da 4 Filistînî şehîd bûbûn.
Artêşa Îsraîlê jî daxuyandibû ku di encama êrîşên ji aliyê Xezeyê hatibûn kirin da eskerekê wan hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê duh li Xezeyê 15 hedefên Tûxayên Îzedîn el-Qesamê xistibûn û wiha gotibûn: "Hamas dixwaze rageşî zêde bibe. Ew ê hesaba wê bidin. Artêşa me niha li Xezeyê li gelek ciyan bersivê didê êrîşan."