Haydar Şahin
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2018
HEWLÊR
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) diyar kir ku li Paweha bajaroka Kirmanşaha wîlayeta Îranê pevçûn derket û îdia kir ku di pevçûnê da sivîlek, 2 milîs û 3 eskerên Îranê hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya PDK-Îya mixalifê Îranê ya li Herêma Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi cî bûye da hat destnîşankirin ku duh li Paweha bajaroka Kirmanşahê di navbera Mihafizên Şoreşa Îranê û PDK-Îyê da pevçûn derket.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku pevçûnê qasî 3 saetan li ber xwe da, 2 milîsên PDK-Îyê, 3 Mihafizên Şoreşa Îranê û Ferşad Çeçaniyê sivîl ê di dema pevçûnê da li herêma bûyerê bû hatin kuştin.
Aliyê Îranê hê der barê pevçûna li Pawehê da daxuyanî neda.
Hêzên Îranê di 8ê îlonê da êrîşî kampa PDK-Îyê ya li Hewlêrê kiribûn û di êrîşê da 16 endamên PDK-Îyê yên ku di nav wan da rêvebirên payebilind jî hene hatibûn kuştin û 40 kes jî birîndar bibûn.