Bi salan e ku ji ber şer û pevçûnan li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê rêya li ber veberhênaniyê di talûkeyê de bû. Lê aniha bi xêra ewlehî û aramiya pêvajoya çareseriyê veberhênanên ku dê pêşveçûna aboriyê leztir bike, tên kirin.
Bi hewla veberhênerên ku berê xwe dan bajarên herêmê ve Bergehên Pîşesaziya Organîze (BPO) ji sedî 100 tijî bûn, ji ber vê ji bo veberhênerên ku di dorê de ne etab û bergehên nû tên avakirin.
Serokê Lijneya Rêvebirina Komeleya Karsazên Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê Azîz Ozkiliç (KKPOD) ji peyamnerê AArê diyar kir ku li bajêr li ser qadeke 532 hektaran 2 BPO hene û ji ber ku BPOya yekê 95 ji sedî tijî bû me li ser qadeke 2 hezar hektaran BPOyeke nû ava kir.
Ozkiliç wiha berdewam kir:
"Li BPOya mewcûd ji 240 fîrmayan jê 180 heb vekirî ne. Yên mayîn jî di qonaxa projeyê de ne. Ji ber ku Diyarbekir deriyê Rojhilata Navîn e telebeke pir heye. Veberhênerên ku vir tercih dikin, di demeke kin de heqê xwe distînin. Maliyeta veberhênaniyê kêm e û tengasiya bazarê jî tuneye. Polîtîkayên teşwîqê yên hikûmetê û pêvajoya çareseriyê ji bo veberhênaniyê pir baş bû."
Ozkiliç bal kişand ku di nava du salan de rêjeya veberhênaniyê ji sedî 50 zêde bû û wiha pê de çû:
"Aniha li herêmê wextê veberhênaniyê ye. Li herêmê pêdivî bi her tişî heye. Her kî di kîjan warî de jî veberhênanê bike dê qat bi qat beramberiya wê bistîne. Em hemûkesî dawetê Diyarbekirê dikin. Partner, teşwîq, erd û bazar heye, werin veberhênanê bikin."
- "Li Mêrdînê di warê veberhênaniyê de telebeke zêde heye"
Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaz ên Mêrdînê (KKPM) Nasir Duyan jî diyar kir ku li BPOyê ji 169 fîrmayan 106 jê fealiyetên xwe didomînin û 63 jî jê li ber proje û di qonaxa înşeatê de ne.
Duyan destnîşan kir ku li Mêrdînê di pîşesaziyê de nîmet û di çandiniyê de jî bereket heye û wiha xeberda:
"Li Mêrdînê di warê veberhênaniyê de telebeke zêde heye. Li BPOya mewcûd rêjeya tijîbûnê ji sedî 100e. Biqasî 170 veberhêner ji bo dayîna cihê erdê di dorê de nin. Ji ber telebê zêde em îsal BPOya duyemîn ava dikin. Pêvajoya çareseriyê miheqeq wê rê li ber herêmê veke."
Mûdirê BPOya Sêrtê Bahattîn Çelîk jî desrnîşan kir ku beriya pêvajoyê li BPOyê tenê 7 febrîqe hebûn û bi destpêkirina pêvajoyê ve ev hejmar derket 9an û aniha jî ji bo avakirina 6 febrîqeyên din jî xebat didomin.
- 200 verberhêner ji bo Batmanê di dorê de ne"
Endamê Lijneya Rêveberiya BPOya Batmanê Hasan Ekmen jî got ku beriya pêvajoyê li BPOyê 50 febrîqe hebû û aniha 75 febrîqe fealiyetên xwe didomînin û 200 verberhêner jî ji bo dayîna erdê di dorê de ne.
- BPO tên firehkirin
Mûdirê BPOya Bîngolê Murşît Aytekîn jî diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê rêjaya veberhênaniyan zêde bû û wiha dewam kir: "Li BPOyê ji 45 parselan 44 jê hatin terxankirin û parsela mayîn jî ji bo fîrmaya ku dê herî zêde îstixdamê bike hatiye veqetandin."