Önder Beyter
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin ku şîrketa ûris a neftê Rosneft û rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li hev kirin ku li bakurê Iraqê li 5 bloqan kewşa neftê dest pê bike.
Di daxuyaniya Rosneftê da hat destnîşankirin ku heger kewşa van 5 bloqan bi ser bikeve, ewê bikaribin di 2021ê da dest bi veberhênana bazirganiyê bikin.
Hat destnîşankirin ku Rosneft wê di çarçoveya rêkeftinê da 400 milyon dolarî bide HKIyê û herwiha bihayê nefta ku wê di pêvajoya kewşê da ji bloqan derkeve, qedera 200 milyon dolarî dike.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku ewê di 2018an da dest bi hilberîna pîlot bikin û herwiha li 5 bloqan nefteka bi qasî 670 milyon warêlî heye.