Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paolo Gentîlonî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir û got ku welatê wî dê di têkoşîna li dijî DÎŞIya rêxistina terorê de piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta navend a Iraqê û HKIyê dê berdewam bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistan Iraqê Barzanî ji bo ku li Îtalya û Vatîkanê têkiliyên fermî dane, ji duh ve li Romayê ye. Barzanî îro bi Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Gentîlonî re hat bal hev.
Paolo Gentîlonî piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê de axivî û got ku "Îtalya di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta navend û HKIyê teyît dike." Wezîr Gentîlonî diyar kir ku welatê wî dê di mijara ji bo Hewlêr û Bexdayê peydakirina hîndekaran û çekan de di nîva duyem a 2015an de dê di nav koalîsyona navneteweyî de bibe welatê serok.
Gentîlonî wiha axivî: "Digel serkeftinên girîng ên ku hêzên pêşmergeyan bi dest xistin jî rewşa li herêmê gelekî aloz e û hê jî hewcedarî bi eleqeya koalîsyona li dijî DÎŞIyê û hevkariya hemû hêzên bejahiyê heye."
Wezîrê Îtalyan bi bîr sit ku ji ber DÎŞIya rêxistina terorê ji 2 milyonî zêdetir penaber hatin Iraqê û ji vana jî milyon û nîv kes derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bûn. Gentîlonî da zanîn ku welatê wî ji bo van penaberan projeyên arîkariyê yên bi qasî 12 milyon euroyê dike. Paolo Gentîlonî got ku ev arîkarî dê di 2015an de ji bo xiristiyan, êzdî, jin û zarokên li herêmê bên dayîn.
Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku piştî qeyrana DÎŞIyê serokwezîrê ewil ê ku Herêma Kurdistana Iraqê ziyaret kir, Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî bû û ji ber piştgiriyên wan spasiya wan kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha got "Îro ev şerê ku em dikin ne tenê gelê kurd, hemû mirovahiyê û hemû welatan eleqedar dike."
Barzanî da zanîn hêzên pêşmergeyan amade ne ku di eniyên pêş ên vê têkoşînê de cî bigirin. Barzanî got hêvî dikin ku welatên din fehm bikin û bibînin ku pêşmerge di eniyên pêş de ji bo her kesê têkoşînê didin.
Di civîna çapemeniyê de rojnamevanekî pirsa têkiliyên di navbera hikûmeta navend a Bexdayê û birêvebiriya Herêma Kurdistanê de kir. Barzanî li ser vê pirsê wiha axivî: "Bi hikûmeta Bexdayê re di bingeha aboriyê de du pirsgirêkên me yên cidî hene. Me der barê vê yekê de bi birêz wezîr re jî xeber da. Hikûmeta Îtalyayê jî birêz wezîr jî ji bo ku em vê pirsgirêkê bi Bexdayê re çareser bikin, em teşwîq kirin. Destûra Bingehîn a ku ji sedî 80yê gel ew qebûl kiriye, heye. Em girêdayî vê ne."
Barzanî duh bi Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî re hevdîtin kiribû. Li gor agahiyên ku ji vê hevdîtinê hatin bidestxistin Renzî gotibû ku arîkariya leşkerî û mirovahiyê ya ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bike.