31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ANKARA
Operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê tê kirin, di roja 161emîn da dewam dike û di operasyonê da 231 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin îmhekirin û 30 terorîst hatin kuştin.
Sererkaniyê ragihand di roja 161emîn da operasyona Mertalê Feratê ya di 24ê tebaxa 2016an da li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê dest pê kir, dewam dike.
Di operasyonê da komên mixalif 207 hedefên DEAŞê bombe kirin.
Fermandariya Hêzên Esmanî di operasyonê da li herêmên El Bab, Bzagah û Tadifê operasyona esmanî birin ser 24 hedefên DEAŞê û di operasyonê da 20 avahî, 4 qeracên wesaîtên bombebarkirî û kozikeke hewanê hat îmhekirin.
- Tunêla terorîstan hat îmhekirin
Hêzên esmanî yên koalîsyonê li El Babê tunêleke endamên DEAŞê îmhe kirin.
Di çarçoveya operasyonên esmanî û bejayiyê da 30 endamên DEAŞê hatin kuştin û 4 wesaît hatin teqandin.
Tîmên îmhekirina teqemeniyan 43 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin îmhe kirin.
Wek mayîn Sererkaniyê dîmenên operasyonên esmanî yên li El Bab, Bzagah û Tadifê weşand.