19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
GAZÎANTEP
Hat ragihandin ku li Gazîentabê di operasyona ser DEAŞa rêxistina terorê ya ku 7 kes hatin girtin de li maln bersûcan 3,5 kîlogram teqemenî û hin melzeme hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn de der heqê operasyona ku di 28ê kanûna paşîn de li navenda bajêr birin ser DEAŞa rêxistina terorê de hûrgulî hatin dayîn.
Di encama xebatên ku Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo deşîfrekrina fealiyet û çalakiyên rêxistina terorê bi kordîne dikirin de operasyon hat kirin û hat bibrxistin ku di operasyonê de 20 kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de 8 bersûc piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan û ji 12 kesên ku sewqî dadgehê kirin jî 7 kes hatin girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Di lêgerînên ku li mal û wesayîtên bersûcan hatin kirin de jî 3,5 kîlogram teqemeniya cureyê TNTyê, 2 qapsulên înfilaqê, 3 demançe, 2 bûton, 12 gule, 2 tifingên nêçîrê, 66 fişengên nêçîrê û gelek melzemeyên dijîtal hatin bidestxistin.