Li gor nûçeya rojnameya Metronewsê di dema nîşandana operayê ya bi navê "La Traviata"yê de ji tûrîsta bipêçe re hat gotin ku derkeve derve. Li gor agahiyan jinik ji welatên Korfezê hatibû.
Li gor nûçeyê lîstikvanên operayê xwestin ku jina bipêçe ji salonê bê derxistin.
Wezareta Çandê nûçeyên li ser mijarê piştrast kirin û da zanîn ku wê ji vi û şûnde ji bo bûyerên bi vî rengî ji salonên şano û operayê re tamîm bê şandin.
Li Fransayê di 2010an de piştî nîqaşên tundî bi hinceta ku "ewlehiya qamûyê tehdît dike" pêçeya ku rû dipêçe hatibû qedexekirin. Kesên ku zagonê binpê bikin, 150 awro ceza dixwin. Ji bo jinên tûrîst zêde tiştek nayê gotin.