MELBOURNE
Di Parlementoya Federal ya Awustralyayê de lixwekirina burkayê qedexe bû û jinên ku burka li xwe dikirin jî, rûniştinên parlementoyê di nav camekanê de temaşe dikirin. Qedexe hat rakirin.
Li gor daxuyaniya Serwîsa Xizmetên Meclisê (DPS) qedexeya burkayê ya ku jinên misilman di meclisê de li xwe dikirin hat rakirin. Jin êdî ne mecbûrin ku di camekanan de rûniştinan temaşe bikin.
Serokê Meclisa Nûneran ya Parlementoya Federal ya Awustralyayê Bronwyn Bîshop û Serokê Senatoyê Stephen Parry di serê cotmehê de ev rêgez danîbû.