CONAKRY
Rayedaran dîyar kir ku pevçûn, li gundê Camaraya girêdayî bajarê Noumandjanê, di navbera koma Guerze û Konîanke de derket.
Hat ragihandin, şer ji ber diziya ku li îstasyona mazotê hat kirin derket û di demek kurt de mezin bû.
Li gorî agahiyan, di bûyeran de 54 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li welêt di meha îlonê de hilbijartin heye û dibe ku di vê mehê de bûyer zêde bibin.