QAHÎRE
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Karên Derve yê Misrê hatin hildan pasaporta dîplomatîk ya Serokomar Mursî yê ji wezîfeyê dûrxistî hat betal kirin. Ji bilî Mursî pasaportên malbat û hin şêwirmendên wî jî hatin betal kirin. Ji ber betalkirina pasaportên dîplomatîk hin endamên hikûmeta berê jî bê pasaport man.
Li Misrê akademîsyenên ku di zanîngehên ji hev cuda de dixebitin û di nav de gelek profesor jî hene bi tevahî 556 kesan daxuyaniyek dan ku derbeyê red dikin.
Mustafa Hîcaziyê Şêwirmendê Serokomarê demborî yê Misrê der barê çalakiyên ku Teşkîlata Birayên Misilman ji bo "Muhemed Mursî" vegere ser wezîfeya xwe dikin got: "Li hemberî çalakî û nûmayişên wan em ê nekevin nav tevgereke ji adetê der. Mafê her welatiyekî Misrê heye ku çalakiyê li dar bixe, lê li hember kesên ku rêya bibirin û welêt ber bi aloziyê ve bibin çi hewce bike dê bê kirin.
Li nîvgirava Sînayê duh êrîşî polêsan kirin û 3 kes mirin.