Önder Beyter
22 Nîsan 2019•Rojanekirin: 23 Nîsan 2019
Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) ragihand ku hejmara kesên ku di pevçûnên li paytextê Libyayê Trablusê û dewrûberê da hatin kuştin, derket 254an.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya li ser hesabê medyaya civakî ya WHOyê, li Libyayê di pevçûnan da heta niha 254 kes hatin kuştin û hezar û 228 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku 152 birîndar hatin emeliyetkirin ku ji van birîndarên emeliyetkirî jê rewşa tenduristiya 89 kesan krîtîk e.
Di daxuyaniya pêr a rêxistinê da hatibû diyarkirin ku di pevçûnan da 220 kes hatin kuştin, hezar û 66 kes jî birîndar bûn.
Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê yekîneyên Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî (HRN) jî dest bi operasyona bersivdayînê ya bi navê "Burqan el-Xezeb" kiribûn.