BURSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der heqê îstifaya Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan ê ku ji bo berendamtiya parlementeriyê dev ji wezîfeya xwe berda, wiha got: "Çiqas rast e ku meriv li ser vê meseleyê biaxive, nizanim. Heminê we pirsî, ez ê jî ya dilê xwe bêjim. Di MÎTê de valahî çênabe û di pêvajoya çareseriyê de jî valahî çênabe."
Arinç di bernameyeke di CNN Turkê de pirsên der barê rojevê de bersivand.
Arinç li ser pirsa "Piştî ku Misteşarê MÎTê Fîdan ji bo berendamtiya parlementeriyê dev ji karê xwe berda, gelo wê bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê bibe yan na?" wiha got: "Muhammed Dervîşogluyê ku Misteşarê Ewlehî û Pergala Kamuyê ye bi qasî Hakan Fîdan bi vê meseleyê re eleqedar e û dişopîne. Di aqilê min de jî derbas dibe ku 'Gelo wê kî were bibe Misteşarê MÎTê?' Çiqas rast e ku meriv li ser vê meseleyê biaxive, nizanim. Heminê we pirsî, ez ê jî ya dilê xwe bêjim. Di MÎTê de valahî çênabe û di pêvajoya çareseriyê de jî valahî çênabe. Lewra ew jî diçû giravê. Berendamtiya Fîdan bi xêr be."
- "Hin kes dixwazin ku bira pêvajoya çareseriyê di rolantiyê da bimeşe"
Arinç der heqê pêvajoya çareseriyê de jî destnîşan kir ku hin kes dixwazin pêvajoya çareseriyê di rolantiyê de bimeşe. Arinç pêvajoya çareseriyê şiband bisqilêtekê û wiha dewam kir: "Bi vî awayî dewam dike, carna hêdî dimeşe û carna jî bi lez dewam dike. Lê bisqilêt nasekine. Hin soz bi cî nehatin. Tê bîra me ku dihat gotin bira 'dev ji çekan berdin, derkevin derveyî welêt, peyra jî bira siyaset û fikir derkevin pêş.' Hin geşedanên erênî û neyînî qewimîn. Bûyerên 6 û 7ê cotmehê nîşan da ku divê her du alî jî baldar û hesas bin. Dibe ku pêvajo bi lez dewam bike û encamên girîng derkevin. Lê hin kes dixwazin ku bira pêvajoya çareseriyê di rolantiyê de bimeşe."