ÎSTANBUL
Rojnameya Eş-Şarqa ku li Qetarê tê weşandin di hezîrana 2012an de dest bi dayîna pêveka "Ayn Ala Tirkiye"yê (Li Tirkiyeyê Nêrîn) kiribû, vê mehê jî hejmara 21an weşand.
Hejmara 21an a "Ayn Ala Tirkiye" (Li Tirkiyeyê Nêrîn) ya ku bi destê Dîrektoriya Herêma Afrîka û Rojhilata Navîn a Anadolu Agencyê tê amadekirin û di rojnameya Eş-Şarqê de tê weşandin, derket.
Pêvek, ji hezîrana 2012an vir de tê weşandin û di naveroka wê de dewlemendiyên erdkolojî, dîrok, çand, huner, tenduristî û werziş ên Tirkiyeyê tên nasandin û ji hêla xwendevanan ve eleqeyeka mezin dibîne.
Heta niha bi 100 wêneyên cuda ve qala 150 mijarên der barê Tirkiyeyê de nivîs hatin weşandin û erf û edetên Tirkiyeyê ji bo ereban hat nasandin.
Di vê hêjmarê de bi taybetî der barê erf û edet, çalakî, jiyan û çanda Remezanê de gelek tişt tên nasandin.
Ji xêncî erf, edet û çalakiyên Remezanê, xwendevanên ereb der barê pîşasazî û aboriya Tirkiyeyê de jî agahiyan hildidin.