HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî got ku peşmerge ji Kerkûkê û herêmên din ên lê pirsgirêk hene dê venekişin û wiha dewam kir: "Ji bo hikûmeta Iraqê vê pirsgirêkê çareser bike em 10 salan li hêviyê sekinîn. Artêşa Iraqê li van herêman vekişiya. Ji ber vê yekê hêzên pêşmergeyan ji bo ewlehiya herêmê mecbûr man da ku bikevin herêmê. Me madeya 140emîn kir rewacê û em êdî li ser vê naaxivin."
Barzanî Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Wîllîam Hagûe li avahiya xwe ya fermî qebûl kir. Barzanî û Hagûe piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Barzanî îfade kir ku berpirsiyariya herêmên bi pirsgirêk êdî ket li ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê û got: "Ji bo hikûmeta Iraqê vê pirsgirêkê çareser bike em 10 sal sekinîn. Artêşa Iraqê li van herêman vekişiya. Ji ber vê yekê hêzên pêşmergeyan ji bo ewlehiya herêmê mecbûr man da ku bikevin herêmê. Me madeya 140emîn kir rewacê û em êdî li ser vê naaxivin. Em dê ji herêmên ku em ketinê venekişin."
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Wîllîam Hagûe jî di destpêka axavtina xwe de spasiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmergeyan ên ku herêmê ji terorîstan diparêzin û HKIê ya ku deriyê xwe ji penaberên ku ji Iraqê hatin re vekir kir.
Hagûe diyar kir ku ev cara ewile ku hat Hewlêrê û ev ji bo li ser peywendiyên di navbera HKIê û Îngilistanê de biaxivin firsendeke baş e. Hagûe vegot ku digel Barzanî fikr û ramanên xwe yên der barê qeyrana li Iraqê diqewime de parve kirin û li ser pirsgirêkan mizakere kirin.
Hagûe wiha got: "Niyeta serokên Şiîyan ên li Bexdayê yên min bi wan re hevdîtin kir ew bû ku dixwazin zûtir hikûmeta yekîtiya neteweyî bê damezrandin. Em ê mudaxaleya leşkerî nekin. Ji bo çareseriya qeyrana Iraqê, hevdîtinên me yên bi DYAyê re dewam dikin. Em ji bo alîkariyê amade ne."
Hagûe duh di çarçoveya hevdîtinên li Iraqê de, li paytext Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî, Alîkarê Serokwezîr Salih Mûtlak û erkdarên iraqî re hatibû bal hev.