Türkan Tosun
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
ANKARA
Hejmara kesên di şewata Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê da mirin gihîşte 79an.
Cory Honeayê Şerîfê Herêma Butteyê di civîna çapemeniyê da diyar kir li bakurê Calîfornîayê di şewata li cihê kampekî da herî dawîn cesedê 2 kesan jî hat dîtin û bi wan va tevahî 79 kes di şewata Calîfornîayê da mirin.
Honea desnîşan kir ji 699î kesî hê tu xeber tune, nêzîkî 12 hezarî avahî jî şewitîne û xirab bûne.
Şewat heta niha li ser qadeke 611 kîlomêtroqereyî belav bû.
- Li başûrê Calîfornîayê şewat dewam dikin
Li başûrê eyaletê şewat dewam dikin û di van şewatan da 3 kes mirin û 450 avahiyan zirar dît.
Di şewata dewam dike da mala gelek kesên navdar ên wek Scott Baîo, Guîllermo del Toro, Kîm Kardashîan, Alyssa Mîlano û Raînn Wîlson jî şewitîn.