Abdullah Tel
02 Îlon 2019•Rojanekirin: 03 Îlon 2019
Hat ragihandin ku di êrîşa bombeyî ya li stadyumeke fitbolê ya ser Badahşan a wîlayeta Efxanistanê qewimî da 2 kes hatin kuştin.
Berdevkê Midûriyeta Ewlehiyê ya Badahşanê Sanaullah Ruhanî daxuyanî da rojnamegeran û got ku bombeya li stadyuma fitbolê ya bajarê Faîzabadê hatibû bicihkirin di dema derketina fermandarê gundparêzan General Nazîr Ahmad Niyazi da hat teqandin.
Ruhanî destnîşan kir ku di êrîşê da General Niyazî û parêzvanekî wî hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Heta niha tu kes û aliyekî êrîşa hilneda ser xwe.