HEWLÊR
Hûrgiliyên êrîşa bombeyî ya ku li Ankawaya semta Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê, li nêzî avahiya Serkonsolosxaneya DYAyê hat kirin, ji hêla teşkîlata îstixbarata herêmê va hat eşkerekirin.
Li gor daxuyaniya Ajansa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, êrîş ji hêla çalakvanekî xwekujiyê va bi wesaîteke bombebarkirî hat kirin.
Di daxuyaniya nivîskî da der barê êrîşê da ev agahî hatin dayîn: "Li ber Kafeya Nîlî ku nêzî Serkonsolosxaneya DYAyê ya li Ankawaya semta Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê ye, di seet 17.40an da bi wesaîta bombebarkirî êrîş hat kirin. Çalakvan dixwest bikeve Navenda Polêsan a Ankawayê, ji ber ku hêzên ewlehiyê rewşê ferq kirin, çalakvan wesaîtê teqand."
Di êrîşê da 12 wesaît û 30 dikan xisar dîtin, ji xeynî çalakvan 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Reşîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 2 sivîl di êrîşê da mirin. Reşîd der barê nasnameya kesên ku mirin da tu agahî neda û wiha got: "Di êrîşê da 2 welatiyên me mirin, 8 kes jî birîndar bûn. Yên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin."
- Ji 2 welatiyên Tirkiyeyê agahî nayên hildan
Hat destnîşankirin ji ber ku cinaze şewitî ne nasnameyên wan nayên tesbitkirin. Cinaze li Nexweşxaneya Rizgariyê ya Hewlêrê ne û ji bo testa DNAyê di morgê da didin sekinandin. Tê gotin ku ji 2 kesên ku li ser nifûsa Mêrdînê ne û li herêmê dixebitin agahî nayê hildan. Ji birîndaran 3 kes tirk in û birîna wan giran nîne. Tê gotin dibe ku cinaze yên S.Ş. û B.Ö.yê bin ku ji wan agahî nayê hildan.
- Daxuyaniya Serkonsolosxaneya DYAyê
Alîkarê Serkonsolosxaneya DYAyê Davîd Folar destnîşan kir ku di êrîşê da tu welatiyan wan nemirine û birîndar nebûne.
Folar li ciyê bûyerê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Îro wesaîteke bombebarkirî li ber Serkonsolosxaneya DYAyê hat teqandin. Ji xebatkarên me kes nemir û birîndar nebû."
- Lêkolîn heta dereng dewam kirin
Lêkolîn heta dereng dewam kirin. Herêm bi destê tîmên agirkujiyê hat paqijkirin. Kolana Ankawayê girtî ye. Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sincarî jî hat ciyê bûyerê û agahî hilda.
Digel vê di hin televizyon û malperên înternetê yên herêmî da nûçe derketin ku DAEŞê êrîş hildaye ser xwe.