Kasım İleri
03 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2022
Tofana Ianê ya di 28ê Îlonê da bi kategoriya tundiya çaran va gihîşt qeraxên başûr ên Amerîkayê, di 29ê Îlonê li eyaleta Carolinaya Başûr da û pey ra eyaletên Georgia, Carolinaya Bakur û Virginia dan ber xwe û vegerand bagera şiliyê ya tropîk.
Di Tofana Ianê da ya ku li Floridayê bû sedema wêraniyeke mezin, hejmara miriyan derket 83yan, her wiha hat ragihandin 4 kes jî li Carolinaya Bakur mirin.
Di bin kavilên tofan bû sedema da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin, her wiha tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.
Pêlên tofanê yên bi qasî 12 metreyan bilind, beşek ji qeraxê rojava yê Floridayê di bin avê da hişt, mal û kargeh wêran kirin û bû sedema ziyaneke mezin.
Hat ragihandin, li qeraxên başûrê Amerîkayê, ceyrana 800 hezar mal û kargehan çûye.
Tê texmînkirin, ziyana ku tofanê bi tenê da eyaleta Floridayê zêdeyî 47 milyar dolarî ye.
Her wiha tê diyarkirin, xesara sîgorteyê ya hin şîrketa dibe ku derkeve 60 milyar dolarî, xesara giştî jî derkeve 100 milyar dolarî.
Ji aliyekî din va Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku dê digel jina xwe Jill Biden roja Duşemê Porto Ricoya ku lehiyê lê da, roja Çarşemê jî Floridayê ziyaret bike.