Fatih Gazioğlu
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
WASHÎNGTON
Hat ragihandin ku li Florîdaya eyaleta Amerikayê li dijî lîseyekê êrişa çekdarî hat kirin. Di encama êrişa ku ji aliyê Nikolaus Cruz (19) va hat kirin de herî kêm 17 kes hatin kuştin.
Şerîfê Browardê Scott Israel der barê êrişa ku li dijî Lîseya Stoneman Douglasê hat lidarxistin de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da.
Israel got ku di encama bûyerê de herî kêm 17 kes hatine kuştin û Nikolaus Cruzê ku ev êriş kiriye xwendekarê lîseyê yê berê ye.
Li gor daxuyaniya polêsan êrişkar piştî bûyerê bêpirsgirêk li nêzî kampusê hatiye binçavkirin. Lêpirsina ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI) ve hatibû vekirin didome.
Piştî bûyerê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha nivîsî:
"Serê malbatan sax be. Em bi wan re ne û em ê ji wan re dia dikin. Divê tu xwendekar, mamoste an jî kesek din xwe li dibistanên Amerîkayê bêîtîmad hîs neke."