Önder Beyter
26 Gulan 2019•Rojanekirin: 27 Gulan 2019
Hat ragihandin ku li rojhilatê Efxanistan li Şîrzada navçeya Nangarharê di êrîşa asîmanî ya dijî Talibanê da bi xeletî 5 sivîl hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku hêzên ewlekariyê li gundê Tatû yê navçeya Şîrzadê operasyona asîmanî bir ser Talibanê.
Hogyanî diyar kir ku di operasyonê da bi xeletî sivîl bûn armanc û di encamê da 5 sivîlên ku di navê da zarok jî hene hatin kuştin.
Hogyanî herwiha got ku di operasyonê da 10 milîtanên Talibanê jî hatin kuştin.