Fatih Gazioğlu
02 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Hat ragihandin ku di êrîşa milîtanên Talîbanê ya ku duh dijî Şoraba baregeha eskerî ya ku li Helmanda wîlayeta Efxanistanê kiribû de jimara miriyan derket 23yan.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Efganîstanê hat dayîn, jimara hêzên ewlehiyê yên ku duh di êrîşê baregeha eskerî da hatibûn kuştin derket 23 kesan.
Di daxuyaniyê da hat gotin dermankirina 16 hêzên ewlehiyê jî li nexweşxaneyan dewam dike û rewşa wan baş e.
Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku di êrîşê da 20 milîtanên Talîbanê cî girtine û 8ê wan xwe di êrîşa da teqandine.
Ji hêla din ve Talîbanê jî daxuyanîyek da û îdia kir ku wan di êrîşan de hin eskerên Amerîkayê jî di nav de bi tevahî 200 hêzên ewlehiyê kuştine û pevçûn hê didomin.