Mustafa Deveci
09 Îlon 2022•Rojanekirin: 10 Îlon 2022
Hat diyarkirin di êrîşa hêzên Ûris birin ser herêma Xarkîva li rojhilatê Ukraynayê da 5 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Rêveberiya Eskerî ya Herêma Xarkîvê Oleg Sînegubo ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku hêzên Ûris bi şev bi moşek û roketan êrîşî herêm û navenda bajarê Xarkîvê kirin.
Sînegubo destnîşan kir ku 2 jê jin di encama êrîşê da 5 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din va Walîtiya Herêma Donetskê jî daxuyanî da û ragihand ku di êrîşa ku hêzên Ûris duh li herêma Donetskê li dar xistin da 9 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Serokatiya Serekaniya Ukraynayê jî daxuyaniyek weşand û der heqê zirar û ziyana dan Rûsyayê da agahî parve kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di nav 24 saetan da 650 eskerên artêşa Ûris a li Ukraynayê şer dike hatin kuştin.