Ömer Tuğrul Çam
09 Îlon 2022•Rojanekirin: 10 Îlon 2022
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kirin ku Tirkiye û Yûnanistan divê nakokiyên di navbera xwe da bi rêya guftûgoyê çareser bikin.
Blinken û Stoltenberg li baregeha NATOyê beşdarî civîna Konseya Atlantîk a Bakur bûn û paşê jî di civîna hevpar a çapamaniyê da pirsên rojnamegeran bersivandin.
Der heqê pirsa ji bo rageşiya di navbera Tirkiye û Yûnanistanê da Blinken got: "Herdu welat jî mutefîqên gelek girîng in û dostên Amerîkayê ne. Nakokiyên wan hene. Em dixwazin ku ev nakokî bi rêya guftûgoya kêrhatî bên çareserkirin. Berê wiha bû û em dixwazin niha jî bila wisa be."
- Ji NATOyê banga dîplomasiyê
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî der heqê heman mijarê da got: "Tirkiye û Yûnanistan du mutefîqên gelekî girîng in. Herdu jî awayên cihê gelek bi kêrî NATOyê tên. Nakokiyên di navbera wan da helbet divê bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin."