ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) daxuyand ku hêzên artêşa Esed, ji bejahiyê êrîşî hin bajarên ku di bin kontrola muxalifan de ne kir. Di operasyonan de li Helebê 43, li Şamê 17, li Xûmûsê 11, li Derayê 3, li Hamayê 1, li Îdlibê 1, li Hasekeyê 1, li Deyrûz Zorê 1 bi tevahî 78 kes mirin.
Ji hêla din ve yek aktîvîstê herêmî yê li Helebê Mistefa Siltan daxuyand ku balafirên hêzên Esed ji 20î zêdetir bombeyên warîlê ve êrîşî herêmên ku di bin kontrola muxalifan de ye kirin. Di êrîşan de bi dehan avahî xirab bûn û gelek wesayîtan jî xisar dîtin.
Siltan got ku gelê Helebê ji ber êrîşên bombeyên warîlê bajêr terk dikin.