PARÎS
Fermandarê Mezin yê Hêzên Mutefîkên Ewropayê yê NATOyê General Philip Breedlove diyar kir ku artêşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê leşkerên xwe li ser xeta sînor amade dike, ev jî gefeke mezin e û ji ber vê yekê dibe ku leşkerên DYAyê bişînin dewletên hevpeyman yên Ewropayê.
General Breedlove ji bo konferansa NATOyê li Parîsa paytexta Fransayê bû û daxuyanî da nûçegihanê Associated Pressê (AP) û got: "Em ji bo ewlekariya hevpeymanên xwe li ser pakêta pêşgiriyê dixebitin. Dibe ku ji hewayê, ji behrê an jî ji bejayê re êrîş hebin û ji bo vê em tedbîrên xwe hildidin. Em dixebitin ku plana xwe di vê heftê de biqedînin."
Breedlove destnîşan kir ku leşkerên artêşa Rûsyayê hê li ser sînorê Ukraynayê ne û wiha got: "Li ser sînorê Ukraynayê nêzîkî 40 hezarî leşkerên Rûsyayê hene. Li gor min ev artêşa şer e. Mirov dikare ku bêje ev artêş ji bo fermanan amade ye û gava ku ferman ji wan re bê dikarin her tiştî bikin."
Breedlove eşkere kir ku nêzîkî artêşê nexweşxaneya sehrayê, navendên ragihandinê, firoke û balafirên şer û çekên giran hatine amadekirin.
General Bredlove ragihand ku niyeta Rûsyayê hê eşkere nîne, ev artêş heta ku li wir be ev ê ji bo Ukraynayê bibe sedema çavtirsiyê. Dibe ku ev artêş ber bi jêrê here û di navbera Rûsya û Qirimê de bibe pirekê an jî rojhilatê Ukraynayê dagir bike û bi rûsên li vir ve bibe yek.
Wezîrên karên derve yên NATOyê heta hefteya pêşiya me wext dabû Breedlove da ku ji bo welatên hevpeyman tenê neyên hiştin xebatan bike.