ATÎNA
Li paytexta Atînaya Yewnanistanê li ber avahiya Bankeya Navendî ya Yewnanistanê teqîn çêbû.
Beriya teqînê kesekî ku nasnameya wî ne diyar e, bi têlefonê li televizyoneke taybet geriya û destnîşan kir ku 75 kîloqram teqemenî di wesaîtekê de danîne ber avahiya bankeyê. Li ser vê hêzên ewlekariyê avahî vala kir.
Li ber avahiya bankeya ku li navenda bajêr e û li ser kolana Panepîstîmîyuyê ye wesaîta teqemenîbarkirî teqiya. Di encama teqînê de di banke û avahiyên li derûdora bankeyê de xisar pêk hat, lê di bûyerê de birîndar û mirî çênebûn.
Hê kesî bûyer negirtiye ser xwe û polês li cihê bûyerê lêkolînan dikin.